Li Wanê Panel liser Tevgera Barzanî

Li Wanê panelek liser jiyan û têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî, Mele Mistefa Barzanî û İdrîs Barzanî lidar ket.

Panel bi birêvebiriya Sidki Zîlan pêkhat. Di panelê de gelek rewşenbîr û nûnerên hozên Kurd ji deverê jî, amade bûn.

Di panelê de liser tevgera Barzaniyan, rol û misyona wê di proseya dîrokî de hate rawestandin.

Dîroknasê Kurd Kerem Serhedî liser – Di pêvajoya dîrokî de rola Şêx Ebdulselam Barzanî, bûyera çûn a Sowyeta berê ya Mele Mistefa Barzanî, jiyan û têkoşîna Idrîs Barzanî axifî.

Siyasetmedar Mhemed Konuk liser “Tevgera Şêx Ebdulselam û çaksazî” zanyarî dan.

Helbestvan Şêx Misbeh Ferqînî helbesta xwe ya liser Mele Mistefa Barzanî nivîsandî xwend.

Ji malbata Şêx Seîd Pîran Efendî Mhemed Qasim Firat û endama PAKê Zînet Dînçer jî, di panelê de cîh girtin.

Check Also

Li Stenbolê çalakiyên Yekîneya Tolhildanê -NÛ BÛ

Daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ya li ser mijarê wiha ye: “Di 5’ê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *